Dilawer Zeraq
Duzimanî an jî şiyana zanîn û axivîna bi du zimanan, ji bo gel û neteweyên ku di nav sîstemeke netewe-dewletî de jiyana xwe diqedînin û bi zimanê zikmakî dest bi xwendina fêrgeha destpêkî dikin û ji wê destpêkirinê heta bidawîbûna xwendinên xwe yên pergalî, bi zimanê dayika xwe dixwînin; diyardeyeke avantajî ye ku li ser ”xwebûneke nehatî arîşedarkirin” rûdinê.
Mirovên ku jiyana xwe ya li darê dinê bi wî awayî diqedînin, dikarin danûstendinên xwe, hevpêwendiyên xwe, hevgiriyên xwe û hevdijiyên xwe yên bi heyînên din re, di ser vê asayîbûn û sirûştîbûnê re daynin. Loma jî, gava endamekî ji neteweyên ku ‘’halê wan hal e’’, pêwendî bi zimanekî ji bilî zimanê xwe yê zikmakî re datîne, konut pêwendî, bi temamî di ser zimanê wî yê zikmakî re çêdibe û zimanê duyem (an jî yê sêyem, çarem) dikare digel taybetî û rengûawayên xwe, li rex zimanê zikmakî yê wî kesî bimîne û bibe zimanê duyem (an jî sêyem, çarem) yê wî kesî.
Ev awa duzimanî, ya herî olağan, ya herî mirovane, ya herî beraqil û qebûlbar e.
Herçî em kurd, li bakur, ji sed salî bi vir ve ye, em bi her awayî ji avantaja ketî behsê bêpar in û konut rewşa “der-avantajbûn”ê hê jî dikude.
Heta salên 1980yî, piraniya kurdan, li bakur, pêşî li malê, zimanê xwe yê zikmakî hîn dibûn û paşê di fêrgehên dewletê de zimanê tirkî li wan diqelibî û mesken lêqelibîna hanê; travmayeke jiyanî ku wê qet ji hiş, ji giyan derneyê, bi kurdan re çêdikir. Û kurdên ku heta wan çaxan diçûn fêrgeha destpêkî, piştî destpêka xwendina sîstematîk ya dewletê, hînî tirkî dibûn.
Lê ji salên 1980yî û bi vir ve ye, êdî bayê tirkî yê asîmîlasyonê xurttir û dorfirehtir diwezîne, ‘bi awayekî zimnî’ piştê ji hinek kurdan hildide û mîna ku bixwaze dara kurdî ji kok û qurmê de rake, bandor li ruh û gewdeyê zimanê kurdî dike.
Roja îroyîn, êdî li bakur, hînbûna tirkî, ji hînbûna zimanê serdest derbasî qonaxeke dîtir bûye; kurd êdî wekî zimanê xwe yê yekem hînî tirkî tabanın. Di vî halî de, tirkî, wekî zimanê yekem serweriya xwe dide pêş û;
a) kesên ku paşê hewl didin kurdî hîn bibin, kurdiyê mîna zimanê duyem yê sêwî datînin rex tirkî,
b) kesên ku hindik bi kurdî dizanin, kurdiya xwe, mîna zimanê duyem, datînin rex tirkî,
c) kesên ku bi awayekî korfeleqî û mucîzewî bi kurdî dizanin, kurdiya xwe, mîna zimanê duyem, datînin rex tirkî,
d) kesên ku bi perwerdehiya sîstematîk tirkî hîn bûne, tirkiya xwe mîna zimanê xwe yê hîmî û temeli datînin ber kurdiya xwe ya ku bi awayekî devkî hîn bûne.
Ev awa duzimanî, “duzimaniya bêmîxwer” e ku ast, zanîn, bikaranîn û kêrhatîbûna her du zimanan, (kurdî û tirkî) li gorî derav, helûmerc û bikaranînê diguhere û konut guherbariya zimanî dike ku beşek zêde ji kurdên bakur, zanîn û agahiyên ku bi wan zimanan belav bûne, bi awayekî qutoquto û ji hev dûr hîn bibin û bi taybetî di warê têgihîn, şirovekirin û pênasekirinê de tim birîndar (an jî derbxwarî) bimînin.
Ev reng duzimanî, ji bo neteweyeke wekî neteweya kurd, ji mirinê wêdetir e. Ji ber ku ne mirin e; lê kûtmayîn e, kêmfamkirin e, kêmavakirin e û birîndariya hiş û famê ye ku beşeke zêde ji birînê ne ya kurdan û kurdî bi xwe ye.
Bi gotineke dî; ”duzimaniya bêmîxwer’’ ew e ku birîneke mirov hebe lê beşeke zêde ya wê birînê ne ji çerm, xwîn, hîs, goşt, sehek, hestî, ruh, can û laşê mirov be.
Birîna ne ji çerm, xwîn, goşt, hest, ruh û laşê mirovî bi xwe, kêm digire û teşenekî tabana; li can û hişê mirov belav tabana, di her endamê laşê mirov de bi cî tabana û êdî wisa tabana ku mirov dibêje qey ew teğin parçeyekî ji mirov e.
Îcar, kîngê ew teğin dest bi axivîn û leqînê dike, hingê hej li hiş û giyanê zimanî dikeve û êdî ”birîndar bi birîna xwe nizane” û bi têgihîn û kirinên xwe yên ”bêmîxwer” dibêje qey hişê xwe yê zimanî li ser ”mîxwereke esasî” daye rûniştandin û pê re jî mîxwereke taybet û ya dîtir saz kiriye û êdî bûye zanayê du zimanên ku li rex hev disekinin.
Lê kurê pîrê ne wisa ye.
Ev ”newisabûn” bêtir di werger û lihevanînên her du zimanan de, (kurdî-tirkî), bi pêş de tê ku hem ji alî zimanî hem ji alî çandî hem ji alî ferasetê hem ji alî hişberiya jiyanî ve nelihevî û ”şaştî” çêdibin û ji vê ”bêmîxweriyê” deriye xisar digihîje kurdî.
Ev xisar, bêtir di zimanê çandî de dide der ku kurdên bakur ên bi zimanê tirkî xwendî, pêşî zanîn û agahdariya xwe li ser temele tirkî saz dikin û paşê jî radibin ji kurdî biwêj, qalib û gotinên pêşîyan motamot werdigerînin tirkî û ”jixweşehitîneke sosretî” (1) di çanda kurdî de çêdikin. Her çend, ew dibêjin qey, bi vê wergera sosretî, istikrar xwe digihînin ”tirkî” jî, di rastiya xwe de, ew vê wergera kurdî ya bo tirkî, ne ji bo tirkan lê ji bo kurdên ku bi kurdî nizanin dikin. Tew serbarê ser, tirkî jî bi vê wergera hanê li xwe dimîne şaşûmetel.(2)
Ji bo vê yekê du mînakên ji sosretan bes e; yek jê biwêj-qalib e bi wergereke motamot tê nivîsîn ya dî jî risteke helbestê ye.
“Kurtla yiyip kuzu ile ağlıyorlar” (Bi gur re dixwin bi xwedî re şînê dikin (digerînin)
“Dağ Keçisi Kavmine Uyku Haramdır-Rênas Jiyan” (Ji qewmê pezkovî re xew heram e-Rênas Jiyan)
Îro ro, kurdên ku bi “duzimanîya bêmîxwer” di nav du zimanan (kurdî-tirkî) de asê mane, di qonaxa herî dijwar û kujek ya ”lixwenebanbûnê” de ne û di rihetî û konfora vê qonaxê de, xisareke ecêb giran û mezin digihînin kurdî û sed korayî; ne cilde bi vê nivîsê, ji alî gelek kurdan ve, hatine (û tên) hişyarkirin, lê xem ne xema wan e, teğin ne bîrîna wan e, êş ne êşa wan e, çiraya li ber koran e, bilûra li ber guhsistan e…
(1) Jixweşehitîn: ji bo ruh û bingeha zimanî, bi wateya ‘erozyon’ê de bi kar tînim.
(2) Sedema vê şaşûmetelmanê konut e: ew qalib, derbiran, biwêj û gotinên pêşîyan bi wî awayî û bi awayekî çandî di tirkî de tunene. Loma gava tirkekî bi tirkî wan derbiranan bixwîne, ne gengaz e jê fam bike.
*Mîxwer: Li gorî ferhenga etîmolojîyê (https://www.etimolojiturkce.com/kelime/mıh) peyva ”mêx” bi farisî ye; û ji ber ku mesken peyv wekî ‘mîx’ di kurdî de jî heye, min çêtir dît peyvê wekî ‘mîx+wer’ bi kar bînim ku wekî ‘mîhver’ jî tê nasîn û zanîn.